NH nikaribû Hûsiyan bîne civîna Cenevrê

NH nikaribû Hûsiyan bîne civîna Cenevrê

PeyamaKurd- Bi sedema ku Neteweyên Hevgirtî nikaribû temsîlkarên Hûsiyan (Tevegra Ensarullah ya Şî’a) bîne civîna Cenevrê, civîna şêwrê bê encam ma. Diviya civîn di 6 ê êlûnê de bihata kirin.

Temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî yê bo Yemenê yê taybet Martin Griffiths, li baregeha xwe ya Cenevrê konferanseka çapemeniyê çêkir û tê de ragihand bo anîna temsîlkarên Hûsiyan, çi ji destê wan hatiye kirine. Griffiths, bi sedema ku Hûsî nehatine civînê, wan sûcdar nekir û axaftina xwe weha domand:

“ Xwestin werin vê derê lê me nikaribû bo hatina wan têra xwe şert û mercan bo wan amade bikin. Bo hatina wan em ê car din hewl bidin û bi wan re biaxifin. Em ê dev ji vê mijarê bernedin.”

Griffiths got ku wê di nava çend rojan de here payîtexta Yemenê Sabayê û payîtexta Ummanê Maskatê da bo civîna bê pêwendiyan deyne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin