PeyamaKurd – Li Sûriyê, ji ber teqîna xeta gazê li gundewarê Şamê, elektirîk li temamiya Sûriyê hat birin. Berpirsên Şamê gûman dikin teqîn ji encama karekî teroristî be.
Li gor Wezîrê Elektirîkê yê Sûriyê Mihemed Zuhêr Xirbotlî ji medyaya Sûriyê re ragihand, îro berbangê xeta gazê li di navbera navçeya Dimêr û Edra de teqiya û di encamê de gaz ji ser westegehên berhemanîna elektirkê hat birîn û bû sedem ku elektirîk li ser Sûriyê bê birîn.
Xirbotlî diyar kir, ev cara şeşem e xeta gazê li heman navçeyê tê teqandin.
Xirbotlî destnîşan kir, Wezareta Elektirîkê kar bi Wezareta Petrolê re dike, ji bo xetê çareser bikin û elektirîkê vegerînin parêzgehên Şam, Humis, Hema û navçeyên beravê. Herwiha diyar kir, ew karin elektirîkê ji hin dezgehên girîng wek nexweşxaneyan re vegerînin.
Ji aliyê din ve, Wezîrê Petrolê yê Sûriyê Elî Xanim ragihand, teqîna xeta gazê ji encama karekî teroristî bûye. Xanim diyar kir, hemû tîmên çakkirinê hewl didin bilez xetê çak bikin û elektirîkê berhem bînin.
Herwiha da zanîn, karîna wê xeta gazê 7 milyon metro sêcar e û gazê ji bo westgehên Dêr Elî, Tişrîn û Nasiriye yên li başûrê Sûriyê dabîn dike, lê ew westgeh niha ji encama teqînê ji kar derketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin