Amerîka di 40 saliya krîza rehîneyan de dorpêç danî

Amerîka di 40 saliya krîza rehîneyan de dorpêç danî

PeyamaKurd- Wezareta Xezînê ya Amerîkayê di salvegera 40 emîn ya îşxala balyozxaneya Amerîkayê ya li Tehranê dorpêçê danî ser Îranê. Di sala 1979an de dema li Îranê detshilatî guherî, xwepêşandêr dest danîn ser balyozxaneya Amerîkayê û krîzeka mezin çêbû. Hemû xebatkarên Amerîkayê rehîn girtin.

Di salvegera krîza rehîneyan de, Wezareta Amerîkayê dorpêçê danî ser Mucteda Hamaney ê kurê Elî Hamaney, serokê erka dadê yê berê Îbrahîm Reîsî, serokê erkanê Îranê Muhammed Baqirî ku bi tevahî dike 9 kesên rêvebirên di asta bilind de. Wezaret weha ragihand:

“Baregeha Kontrolê ya Heyiyên Biyaniyan (OFAC) serokerkanê Îranê di nav wan de, kesên ku ajanda rejîma redîkal dimeşandin û ji aliyê Ayetullah Elî Hemany de hatibûn tayînkirin û kesên ku li ser navê wî dixebitin 9 kesan xiste lîsteya dorpêçê.”

Armanc ew kesên ku pere di fonên wan de yên sîvîl an leşkerî de tên Îranê, birîna wan fona ye. Berê Larîcanî jî xistibûn lîsteya dorpêçan û sedema ku Reîs xistine lîstê ew e ku bê sûc û guneh xelkê îdam dikir.

Îran di krîzê de, di rojekî weka îro de, 52 xebatkarên balyozxanê 444 rojan rehîn girtibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin