PeyamaKurd – Li Amerîkayê ji ber Covid-19 (korona vîrûs) 4 hezar û 661 kes tûşî wê nexweşiyê bûne 85 kesan jiyana xwe ji dest daye. Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper û cîgirê wî David Norquist xistine karentînayê.
Li gorî daneyên dawiyê yên ji aliyê Zankoya Johns Hopkinsê ve hatine belavkirin, li Amerîkayê ji ber Covid-19 (korona vîrûsa nû) 4 hezar û 661 kes tûşî wê nexweşiyê bûne 85 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Berdevekê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Jonathan Hoffman derbarê mijara Covid-19ê de daxuyanî da û tê de diyar kir kir ku testên Covid-19ê hinek leşkerên Amerîkî pozîtîv derketine.
Li gor daxuyaniyê ew kesên tûşî koronayê bûne 18 kes leşker in, 13 ji malbatên leşkeran in û 3 kes xebatkarên sîvîl in, 3 kes xebatkarên hevpeymanin ku bi temamî 37 kes in.
Jonathan Hoffman herwiha ragihand ku Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper û cîgirê wî bi gumana Covid-19ê xistine bin çavdêrîyê ango karantînayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin