PeyamaKurd- Parêzgeha Dêrsimê di demên dawiyê de, di herêma xwe de nêçîra pezkoviyan û hinek ajalên ku nesla wan li ber nemanê ne, nêçîra wan qedexe kir. Parêzgeh niha di mijareê de ketiye nava tevgerê.
Li gor biryara parêzgehê ew heywanên ku jiyana wan xistine bin parastinê, ajalên weka kew, pezkovî, hirç, samûrên avê, hirçên boz û gur in. Kontrola bicîhanîna qanûn ji aliyê fermandariya cendirmeyan û rêvebiriya parkên netewî de tê kirin.
Xebateka xweş ya bo van heywanan têkirin yek jî ew e ku ji wan re alif didin. Di nava alifên wan de nan, genim, misir (lazut) hene ku bi piranî heywan li kîjan deverê zêde bin, ji wan re xwarinan datînin wê deverê. Xwarina wan bi helîkopteran diçe. Pezkovî diçêrin ji ber wê ji wan re giya bi helîkopterê davêjin deverên ku lê dijîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin