PeyamaKurd – Li Iraqê ji ber revandina xwepêşanderekî ji aliyê hêzeke Iraqî ve car din xwepêşandanên protestoyî yên mezin hatin lidarxistin.
Li bajarê Nasiriye yê Iraqê, xwepêşnderan dest danîn ser 3 piran ku polîs soz daye wan ku daxwazên wan di zûtirîn demê de bicih werînin.
Xwepêşandarek ji aliyê hêzeke Iraqî ve hatiye revandin ku malbata wî nizane bê ew kîjan hêz e.
Li ser vê yekê li bajarê Nasiriye yê Iraqê şeva borî xwepêşandaneke mezin pêk hat. Xwepêşanderan daxwaza demildest berdana wî kesî kir û 3 pirên li bajêr ji çûnûhatinê re girtin û pêşiya avahiya parêzgariyê jî dagîr kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin