PeyamaKurd- Şîrketa dewletê ya balafiran ya bi navê THY (Turkish Airlines) bi sedema belavbûna Kovid-19 ê heya 28 ê gulanê seferên xwe bi temamî betal kir. THY berê jî seferên xwe bi temamî betal kiribû. Rêvebirê THY Bilal Ekşi di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Em dizanin lê bo em vê têkoşînê qezenc bikin, divê em tev bi hevre sebir bikin. Mixabin em mecbûrin seferên xwe yên bo hundir û derve heya 28 ê gulan a 2020an betal bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin