Sanda Kurdistanê bo vebûna rêya Hec û ûmreyê li Baxda ye

Sanda Kurdistanê bo vebûna rêya Hec û ûmreyê li Baxda ye

Ji bo çareserkirina problemên li pêşiya çûyîna Hec û Ûmreyê yê Kurdên li Herêma Kurdistanê îro şandek ji Herêma Kurdistanê gihişt Baxdayê ku bi desthilatdarên Baxdayê re hevdîtinekê bikin.

Wek tê zanîn ji roja 25ê Îlonê û vê de Iraq ji ber Referandûma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê balafirgeha Hewlêr û Silêmaniye bo çûyîna Hewlêrê girtibû. Ji ber vê sedemê jî gelek misilmanên kurd ku dixwazin biçin hec û ûmreyê. Şanda Herêma Kurdistanê dê îro bi desthilatdar û birêveberên Hikûmeta Iraqê re mijara vekirina balafirgehên Silêmanî û Bexdayê ji bo geştên Hec û Umreyê re gotûbêj bikin.

Tê çaverêkirin ku di vê serdanê de biryara dawî bê dayîn.

Beriya niha eyamekê ji aliyê Şêx Qasim Berzencî yê Birêveberê Hec û Umreyê yê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû ragihandin ku biryar e, şandeyeke ji wezaretê dê roja yekşemê derbasî Bexdayê bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin