Şanda NY ji bo şopandina qeydên nasnameyên Kurdan serdana Hesekê kir

Şanda NY ji bo şopandina qeydên nasnameyên Kurdan serdana Hesekê kir

PeyamaKurd - Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, îro 20ê Nîsanê pêşwaziya şanda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi serokatiya gerînendeya nivîsgeha Sûriyeyê Hûma Xan kir.

Di hevdîtinê de, mekanîzmeya bicihanîna projeya qeydkirina nasnameyên wan welatiyên Kurd hebû ku bi salan e ji mafên hemwelatîbûnê bêpar mane.

Parêzgar Ehmed û şandeya NY li ser rêyên pratîkî yên tomarkirina nasnameyan û rakirina astengiyên îdarî guftûgo kirin daku ev prose bi awayekî bilez û serkeftî bi rêve bibe.

Hate diyarkirin ku ji bilî pirsa nasnameyan her du aliyan rewşa giştî ya mafên mirovan li parêzgeha Hesekê nirxandiye û bal kişandine ser girîngiya entegrasyona welatiyan di nav jiyana civakî û yasayî de.

Parêzgar Nûredîn Ehmed diyar kir ku ew amade ne ji bo başkirina şert û mercên jiyanê ligel saziyên navdewletî hevahengiyê bikin. Şandeya NYyê jî tekez kir ku dabînkirina nasnameyê mafekî bingehîn e û ew ê ji bo çareserkirina vê kêşeya dîrokî piştgirî û çavdêriya xwe ya li herêmê berdewam bikin.