Saredarên Qoser û Stewrê ji nû ve hatin hilbijartin

Saredarên Qoser û Stewrê ji nû ve hatin hilbijartin

PeyamaKurd - Li şûna Hevşaredarên navçeyên Qoser û Stewrê yên Mêrdînê Yasîn Kalkan û Salîh Kuday ên ji Partiya Demokratîk a Gelan HDPê ku di hilbijartinên 31ê adarê de hatibûn hilbijartin û ji ber ku bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) ji kar hatibûn îxrackirin, mezbeteya wan nedabûn wan, HDPê ji bo wan postan di hilbijartin kir.

Li gorî hilbijartinê Zeynî Îpek dê bi Nîlûfer Elîk Yılmaz re erka xwe ya hevşarederiya Qoserê bi cih bîne.

Li şûna Yasîn Kalkan jî Mahsûn Denktaş ji bo hevşaredariya Stewrê hat hilbijartin ku dê bi Gulîstan Oncu re peywira xwe ya hevşaredariya Stewrê bi cih bîne.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin