Şaxewan Ebdullah wek PDK li Parlamentoya Iraqê hat destnîşankirin

Dîroka Weşanê :
Şaxewan Ebdullah wek PDK li Parlamentoya Iraqê hat destnîşankirin

PeyamaKurd – Şexwan Ebdullah wek serokê fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê hat destnîşankirin.

Çavkaniyek ji Buroya Siyasî ya PDKê roja Yekşemê, 4ê Çileya 2026an, diyar kir ku di serokatiya fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê de guhertinek çêbûye.

Li gorî çavkaniyê, Şaxewan Ebdullah wek serokê nû yê fraksiyona PDKê hat destnîşankirin.

Ev biryar di çarçoveya ji nû ve rêxistinkirina karê fraksiyona PDKê li Bexdayê de hat dayîn.

Roja Sêşemê, 30ê Kanûna Pêşîn a 2025an, PDKê namzetiya Şaxewan Ebdullah ji bo posta cîgirê duyemîn ê serokê Parlamentoya Iraqê vekişand û Ferhad Atruşî, serokê fraksiyona partiyê, li şûna wî danî.

Li gorî agahiyan, ev biryara PDKê piştî rêze şêwirmendiyên bi serok û berpirsên partiyên siyasî yên li Parlamentoya Iraqê hat dayîn.