PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî ji nava Efrînê, tevî revandina sivîlan û guhertina demografiya Efrînê niha jî malên şêniyên Efrînî yên resen bi navê malbatên komên çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê têne tomarkirin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku saziyên bi navê ‘Meclîsên Xwecihî’ yên girêdayî Tirkiyê li Efrînê, malên şêniyên Efrînê li ser navê malbatên çekdarên xwe qeyd dikin.
Hat diyarkirin ku tomarkirina xaniyên xelkê bo malbatên çekdaran ji taxa Vêllat û Till yên navçeya Cindirêsê dest pê kiriye.
Li aliyê din revandina sivîlan jî hîn li Efrînê berdewam e ku herî dawî 3 sivlîlên din ji Efrînê hatine revandin.
Li gorî çavkaniyên ji Efrînê ji hefteya borî ve 6 jê jin, 16 kes ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin