Seferên rasterast ên Hewlêr û Parîsê dest pê dikin

Seferên rasterast ên Hewlêr û Parîsê dest pê dikin

PeyamaKurd - Serokatiya Yekîtiya Kompaniyên Balafirvanî û Geştyariyê li Herêma Kurdistanê ragihand ku di demeke nêzîk de geştên rasterast ên navbera Hewlêr û Parîsê dest pê dikin.

Di navbera Hewlêrê û 33 bajarên din ên cîhanê de, bi rêya 20 hêlên asmanî geştên rasterast li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê tên kirin ku ev hejmar her diçe zêdetir dibe.

Li aliyê din hejmarek welatan jî di dema borî de vîzeyên xwe ji bo geştên Iraq û Herêma Kurdistanê rawestandine û ji ber vê jî hejmareke zêde ya welatiyan berê xwe didin geştên derve ku karê ofîsên geştyariyê hatiye vejandin.

Serokê Yekîtiya Kompaniyên Balafirvanî û Geştyariyê li Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku ew pêşbînî dikin, li paşerojeke nêzîk geştên rasterast ên navbera Hewlêr û Parîsê dest pê bikin û geştên hêla Îmaratê jî vegerin û dê ev bandoreke erênî li ser kerta geştyarî û balafirvaniyê bike.

Niha geştên asmanî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji bo 18 welatan hene, ew geşt jî ji bo 33 bajarên cîhanê ne. Piştî Londonê, geştên rasterast ên navbera Hewlêr û Tunisê hatin destpêkirin, li van nêzîkan jî geştên rasterast ên navbera Hewlêr û Parîsê dest pê dikin.