Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Parîsê bi gelek lîderên welatan re hevdîtinan kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Parîsê bi gelek lîderên welatan re hevdîtinan kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo tevlî Leystikên Olîmpiyatê bibe ji aliyê serokê Fransayê Emmanuel Macron ve, ji bo Parîsê hat dawetkirin. Barzanî li Koşka Elysee ji aliyê serokê Fransayê Emmanuel Macron û xanima wî Brigitte Macron ve bi germahî hat pêşwazîkirin.

Barzanî tevlî merasima destpêka olimpiyadê bû karibû li ser linga bi gelek lîderên welatan re biaxife û têkiliyên germ deyne. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; Macron bi fermî Barzanî dawet kir Parîsê û xwest tevlî merasima destpêka olimpiyadê bibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi 120 serok, serokwezîr û qralên dewletan re tevlî merasima destpêkê bû. Li ser mesela tevlîbûna merasima olimpiyadê, Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê Xê de weha ragihand:

“Ez gelek dilxweşim ku bi serokê Fransayê Emmanuel Macron û First Lady Brigitte Macron re me hev nasiye û ez tevlî merasima destpêka olimpiyadê bûm e. Leystikên olimpiyadê nîşanekî balkêş ya yekîtiya kureyî ye û riha xwe ya îlhamê car din nîşan daye ku dinyayê çawa aniye cem hev.”

Qral Charles ê III.em, qralê Brîtanyayê, sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres, serokwezîrê Brîtanyayê Kieran Stammer, serokwezîrê Almanya Olaf Schultz, serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella, emîrê  Qeterê Tamim bin Hamad Al Thani, serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsoutakis û First Lady ya Amerîkayê Jill Biden tevlî merasimê dibin.

Merasim, bi wextê Kurdistanê seet di 20.30an de destpêkir û 3 seet dewam kir. Merasim ne di stadê de li navenda bajêr destpêkir, li ser çemê Seine, bi hezarî sporvanên li 85 keştiya siwar, ji Pira Austerlitz destpêdike.

Ji bo asayîşa olimpiyadê wê 5 hezar leşker, polîs û hêzên ewlehiyê dewriye digere.

Di olimpiyata leystikan de, ji 206 delegasyonan 5250 jin û 5250 zilam jimara wan weke hev dê bikevin pêşbirkan.