Serok Barzanî: Gelê Polonyayê mîna me bi têkoşînê gihîşt serkeftinê

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî: Gelê Polonyayê mîna me bi têkoşînê gihîşt serkeftinê

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro (17.12.2025) li Pîrmamê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Polonyayê li Hewlêrê, Maciej Zeidl kir.

Di hevdîtinê de Konsulê nû Maciej Zeidl, kêfxweşiya xwe ya ji bo destbikarbûna li Herêma Kurdistanê anî ziman û bal kişand ser aramî, ewlehî û avedaniya li herêmê.

Zeidl pesnê rola Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê veda û diyar kir ku ew amade ye ji bo bipêşxistina têkiliyên di navbera Polonya û Kurdistanê de di hemû waran de bixebite.

Serok Barzanî: Dîroka me dişibe hev

Serok Barzanî pîrozbahî li Konsulê nû kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Wî di axaftina xwe de danberhevek di navbera dîroka her du gelan de kir û got:

Di dîrokê de belayên mezin hatine serê gelê Polonyayê jî, lê wan bi yekîtî û têkoşînê karîn astengiyan derbas bikin û bibin yek ji welatên pêşketî yên Ewropayê."

Di civînê de herwiha rewşa giştî ya Iraq û herêmê, dîroka xebata gelê Kurdistanê û bedewiya xwezaya welêt hatin gotûbêjkirin.