PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê 13ê Çileyê li Pîrmamê pêşwaziya şandeke Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir, ku Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Jashwa Harrison serokatiya wê dikir.
Baregeha Barzanî ragihand, di wê civînê de ku Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê Gwendolyn Green jî tê de amade bûbû, Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê serê sala nû li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê pîroz kir û kurtiyek li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê piştî hilbijartinên parlamentoyê û têkiliyên di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de û bizavên avakirina hikûmeteka federal a yekgirtî li Iraqê ji bo Serok Barzanî pêşkêş kir.
Hate diyarkirin, Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê bal kişand ser rewşa deverê û aloziyên Sûriyeyê û pesna bizavên berdewam ên Serok Barzanî ji bo vejandina pêvajoya siyasî li Iraqê û kêmkirina aloziyên Sûriyeyê da.
Serok Barzanî, ji aliyê xwe ve bi xêrhatina şanda mêvan kir û sala nû li wan pîroz kir, herwesa li ser rewşa Iraqê şanda mêvan piştrast kir ku, her tiştê ji bo hevahengiya di navbera aliyên siyasî û gihîştina encameka dilxweşker û avakirina hikûmeteka federal a bihêz ji destê wan bê, ew dê xemsariyê tê de nekin, herwesa dê ji bo çarekirina tevaya arêşe û pirsgirêkên di navbera aliyên siyasî de û ji aliyekî ve çarekirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bizavên xwe berdewam be.
Serok Barzanî li ser rewşa Sûriyeyê û pirsgirêkên deverê bi giştî jî tekez kir ku, ew dê bizavên cidî bike da ku hemî pirsgirêk bi awayekê aştiyane bi rêya diyalog û hevfêmkirinê û dûrî tundûtûjiyê bên çareserkirin.
Têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û bizavên berdewamkirin û baştirkirina van têkiliyan jî mijarên tewerekê din ê vê hevdîtinên bûn.