Serok Barzanî: Silêmanî beseke ezîz a Kurdistanê ye

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî: Silêmanî beseke ezîz a Kurdistanê ye

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 241emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê, îro 14ê Mijdarê peyameke pîrozbahî weşand.

Serok Barzanî pîrozbahî li xelkê bajêr kir û Silêmanî weke "beşeke ezîz a Kurdistanê" û "bajarê helmet û qurbaniyê" pênase kir.

Serok Barzanî got: "Di 241emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê de, ez pîrozbahiyeke germ pêşkêşî xelkê xweşdivî yê Silêmaniyê, bajarê Şêxê Nemir û bajarê helmet û qurbaniyê dikim."

Di peyama xwe de rola dîrokî ya Silêmaniyê di têkoşîna gelê Kurd de bilind nirxand û ew weke bajarê şehîdên 9ê Hezîranê, bajarê rûbirûbûna qedexeya derketina derve ya sala 1963an û bajarê serhildana li dijî zordar û rejîmên li pey hev bi nav kir.

Serok Barzanî got: "Silêmanî, weke her bajar û devereke din a Kurdistanê, her tim cihê derketina wêjevan, helbestvan, kesayetî, têkoşer û şoreşgerên Kurd bûye û roleke mezin di tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de lîstiye."

Serok Barzanî diyar kir: "Di destpêka salên çilî yên sedsala bîstan de, bajarê Silêmaniyê bi hemû çîn û beşên xwe ve pêşwaziyeke germ li Barzaniyê Nemir û Barzaniyên sirgûnkirî kir. Ew rêz û pêşwazî ti carî nayê jibîrkirin."

Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî hêviya aramî û bextewariyê ji bo xelkê xweşdivî yê Silêmaniyê xwest û got ku ew şayesteyê her cure pêşketin û pêşengiyê ne.