PeyamaKurd - Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ragihand, "Eger PDK û YNK bi hev re civînê bikin û li hev bikin, pirsgirêkên parlamentoyê, hikûmetê û hemî pirsên siyasî dê di dema çend saetan de çareser bibin."
Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê tekez kir ku Serok Barzanî amadebûna xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê nîşan daye û da zanîn: "Cenabê Serok Barzanî dilsozê yekxistina nav mala Kurdî ye."
Di derheqa statuya Herêma Kurdistanê de jî Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê diyar kir: "Ev qeware bi xwîna Pêşmergeyan hatiye parastin û parastina vê qewareyê jî erkê hemû aliyên siyasî ye, ji ber ku xiraptirîn hikûmeta navxweyî ji baştirîn hikûmetên cîhanê bo Kurdan baştir e û her dem bişereftir e."
Mihemed Hacî Mehmûd behsa Serok Barzanî kir û wiha axivî: "Min di heyama borî de serdana wî kir û di wê hevdîtinê de, Cenabê Serok bi temamî amadebûna xwe bo avêtina pêngavan ber bi çareserkirina pirsgirêkan û hêsankariyê bo aliyan nîşan da, herwiha cenabê wî dilsozê yekxistina mala Kurdî ye."