Serok Barzanî: Divê rojnameger parêzvanên nirxên bilind ên civakê bin

Serok Barzanî: Divê rojnameger parêzvanên nirxên bilind ên civakê bin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi helkefta 128’emîn salvegera derçûna yekemîn rojnameya Kurdî "Kurdistan" û Roja Rojnamegeriya Kurdî, her wiha salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li hemû rojnameger û xebatkarên medyayê yên li Kurdistanê kir û silavên xwe yên taybet arasteyî endamên Sendîkayê kirin.

Barzanî bal kişand ser dîroka rojnamegeriya Kurdî ya ku bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan hatibû destpêkirin û ev roj wekî qonaxeke giring a hişyariya neteweyî pênase kir.

Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de destnîşan kir ku rojnameger di parastina doza rewa ya gelê Kurdistanê û xurtkirina çanda aştî û pêkvejiyanê de xwedî erkeke pîroz û krîtîk in. Barzanî tekez kir ku parastina nirxên bilind ên civaka Kurdistanê erkê sereke yê medyayê ye û piştgiriya xwe ya tam ji bo rojnamegeran nîşan da daku di kar û barên xwe de serkeftî bin. Serok Barzanî her wiha bang li xebatkarên ragihandinê kir ku di pêşxistina hişmendiya niştimanî û parastina destkeftiyên gelê Kurdistanê de her tim pêşeng bin.