PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Îbrahîm Biro kir û hevxemiya xwe anî zimên.
Serok Barzanî bi boneya wefata xwîşka wî, peyameke sersaxiyê arasteyî Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya xanima Estêre ya xwîşka we ya birêz gihîşt me. Serxweşiyê li we yên birêz û malbat û kesukarên we dikim û xwe bi hevbeşa xema we dizanim.”
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Îbrahîm Biro Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Yekîtiya Kurdistanê Sûriye
Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya xanima Estêre ya xuşka we ya birêz gihîşt me. Serxweşiyê li we yên birêz û malbat û kesukarên we dikim û xwe bi hevbeşa xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin