PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi sedema koça dawî ya hevjîna wî Pirşeng Reşîd Ebdulkerîm, bi rêya pêwendiyeke telefonî serxweşî li Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa kir.
Hat ragihandin ku Serok Barzanî îro 21ê Îlonê di pêwendiyeke telefonî de ji bo koça dawî ya xanim Pirşeng Reşîd Abdulkerîm a hevjîna Şêx Cafer Şêx Mistefa, serxweşî li Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa kir û hevxemiya xwe pê ragihand.
Hevjîna Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa, Pirşeng Reşîd Ebdulkerîm doh Yekşemê koça dawî kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin