PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro heyeta HDP ê ya di bin serokatiya Sezai Temelli de li başûrê Kurdistanê qebûl kir. Di heyeta HDP ê de Sezai Temelli, Berdan Öztürk, Fatma Kurtulan, Nazmi Gür, Feleknaz Uca û İmam Taşçıer hebûn. Di heyeta qebûlê ya Kurdistanê de Fazil Mîranî, Hoşyar Zêbarî, Elî Huseyn û Sefîn Dizeyî hebûn.
Heyeta HDP ê ji serok Barzanî xwest ku di pêvajoya aştiyê ya çareseriya doza Kurd de rolek bigre ser milên xwe. Barzanî ragihand ku doza Kurd bi şer û şiddetê çareser nabe û bo bi rêya aştiyê bê çareserkirin çi ji destê wî were dê bike. Di malpera web ê ya serok Barzanî de hat ragihandin ku heyeta HDP ê bo Barzanî gotiye ku bo çareseriya doza Kurd û bidestxistina mafên Kurdan de di Rojhilata Navîn de xwedî rol e. Heyet xwestiye ku Barzanî bandora xwe ya di Kurdistanê de bikarbîne û bo çareseriya doza Kurd ya aştiyane, rol bigre ser milên xwe.
Serok Barzanî seredana heyeta HDP ê ya bi herêma Kurdistanê bilind û girîng nirxandiye û ragihandiye ku her perçeyekî Kurdistanê xwedî şertên ji hev cuda ne, her perçeyek xwedî taybetmendiyên xas e û divê di çareseriya her perçeyekî de, şertên wî perçeyî bidin ber çav. Barzanî gotiye ku di her perçeyekî Kurdistanê de bo çareseriya aştiyane, çi ji destê wî were dê bike.
Barzanî ji heyeta HDP ê xwestiye bi sedema arîşeyan û dijîtiyan çi carê, divê dev ji çareseriya aştiyane neyê berdan û hêviya xwe ji dest bernedin. Nehêlin dijîtî û arîşe di navbera milletê Kurd û Tirk de bibe sedema şer û pevçûnan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin