Serok Barzanî: PDK ji bo hilbijartinên pak her amade ye

Serok Barzanî: PDK ji bo hilbijartinên pak her amade ye

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di pêşwaziya Balyozê Fransayê yê Iraqê Patrick Durel de peyama xwe ya di derbarê boykota hilbijartinên parlamenê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) da û got: "PDK ji bo hilbijartinên pak her amade ye."

Di hevdîtina ku rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û mijarên din hatin gotûbêjkirin de Balyozê Fransayê yê Iraqê  Durel, dilxweşiya xwe ya ji bo helwesta Hewlêrê ya bi diyalogê çareserkirina pirsgirêkan anî ziman û got:

"Fransa wê her dem dilsoz û piştevanê gelê Kurdistanê be û divê mafên gelê Kurdistanê di çarçoveya Iraqeke federal de bê parastin. Fransa, ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û yên navxweyî yên Herêma Kurdistanê diyalogê wek baştirîn rêbaz dibîne."

Di hevdîtinê de Serok Mesûd Barzanî jî pêzanînên xwe yên di derbarê rola dîrokî ya Fransayê ya li hemû qonaxên piştgirîdayîna mafên rewa yên gelê Kurdistanê nîşan da û amaje bi têkoşîn û qurbanîdayîna gelê Kurdistanê ya ji bo bidestxistina azadî, serwerî, mafên xwe yên neteweyî û nehiştina cudahî û zulmê da.

Serok Barzanî destnîşan kir ku pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê ji ber binpêkirina destûrê û nepabendiya bi rêkeftinan a Bexdayê rû didin û got:

"Li ser pêvajoya demokrasiyê metirsî heye û hewla lawazkirina mafên rewa û destûrî yên Herêma Kurdistanê ku berhema tekoşîn û berdêlên giran ên dehan salan a gelê me ye heye."

Serok Barzanî para budce û mafên siyasî yên Herêma Kurdistanê weke mafên sirûştî yê gelê Kurdistanê nîşan da û destnîşan kir ku nabe budcenedan weke karteke siyasî li dijî Herêmê Kurdistanê bihê bikaranîn.

Serok Barzanî di domîna axaftina xwe de wek baştirîn rêbaza çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê diyalogê nîşan da û piştevaniya xwe ji bo domandina diyaloga navbera aliyan anî ziman.

Derbarê hilbijartinên Parlamena Kurdistanê de jî Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku PDK ji bo hilbijartineke pak û dadperwerane ku encamên wê vîna rasteqîn a dengdêran nîşan bide, pêkhate jî dikaribin nûneratiya vîn û dengên xwe bikin her dem amade ye.

Serok Barzanî got: "PDK ji bilî hilbijartinên pêşdizaynkirî ku wê bi xwe re pirsgirêkên yasayî û teknîkî pêk bînin, ji bo hemû hilbijartinan her dem amade ye.

Herwiha Serok Barzanî hêviya xwe ya ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya rêzgirtina li vîna gelê Kurdistanê û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û bi berçavgirtina çand û nirxên demokrasiyê de, di xizmeta parastin û bihêzkirina Herêma Kurdistanê de bin anî ziman.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin