PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Pênşemê, li Pîrmamê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Hewlêrê Balyoz Emmanuel Mignot kir.
Di wê civînê de Serok Barzanî destpêkirina kar li Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Hewlêrê pîroz kir û serkeftin ji bo wî xwest, herwiha behsa çend rawestgehên girîng ên peywendiyên dîrokî yên navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê kir û ew peywendî wekî dostane û xurt pênase kirin.
Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê jî tekez kir ku ew peywendî û dostaniya dîrokî dê berdewam bibe û hewl dide li ser rêçika konsulên berê di pêşxistina wan peywendiyan de di warên cuda cuda de kar bike.
Di civînê de pêşveçûnên dawiyê, rewşa deverê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û herwiha mijara bidawîhatina erkê hêzên hevpeymanan li Iraqê jî hatin axaftin.