PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Yekşemê pêşwazî li Serokê Partiya (El Iraqul Mutehidun) Usame Nuceyfî û şanda ligel wî kir.
Di hevdîtinê de pêşhatên siyasî yên dawî yên Iraqê hate nirxandin û ronahî xistin li ser hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û tekez li ser pêwîstiya birêveçûna hilbijartinan di dema xwe da kirin. Her wiha her du alî beranber wê girîngiya ku civaka navdewletî bi babeta hilbijartinên paşerojê ya Iraqê dide xweşhaliya xwe nîşan da.
Rewşa parêzgeha Nînowa mijareke din a hevdîtinê bû û her du alîyan dûpat kir ku pêwîst e bingehên dewleta medenî û demokrasiyetê li Iraqê bê bihêzkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin