Serok Barzanî pêswazî li Usame Nuceyfî kir

Serok Barzanî pêswazî li Usame Nuceyfî kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê pêşwaziya Serokê Bereya Rizgarî û Geşepêdanê ya Iraqê Usame Nuceyfî kir.

Serok Barzanî îro 22yê Tebaxê li Sehaleddîn pêşwazî li Serokê Bereya Rizgarî û Geşepêdanê Usame Nuceyfî û Emîndarê Giştî yê Hizba Iraq Mithdun kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî û gef û û êrîşên li ser proseya siyasî ya Iraqê hat gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de hemahengi û peywendiya aliyan ji bo derbaskirina qeyranan û mîsogerkirina seqamgîriyê weke pêwîst hate zanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin