Serok Barzanî sersaxiyê da Kemal Burkay

Serok Barzanî sersaxiyê da Kemal Burkay

PeyamaKurd- Bi sedema wefata birayê Kemal Burkay yê mezin Mustafa Burkay, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyama sersaxiyê belav kir. Peyama Barzanî weha ye:

“Rêzdar Kemal Burkay, em bi xemgînî hîn bûn ku birayê te wefat kiriye. Sersaxiyê bo te dixwazim. Êşa te parvedikim.”

Birayê Kemal Burkay di 26 ê nîsanê de wefat kiribû. Wê rojê Burkay li Awrûpa bû. Li ser wefata birayê xwe hat Tirkiyê. Cenazê birayê wî li navçeya Mazgîrta bi ser bajarê Dêrsimê, li gundê Dirbanê hat definkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin