Serok Barzanî û Mihemed Hacî Mehmûd civiyan

Serok Barzanî û Mihemed Hacî Mehmûd civiyan

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd kir û pê re rewşa navxweyî ya Kurdistanê û guhertinên dawî yên herêmê gotûbêj kir.

Baregeha Barzanî îro 12ê Hezîranê ragihand ku Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd kiriye.

Hate diyarkirin ku her du aliyan behsa guhertin û pêşhatên herî dawî yên Iraq û herêmê kirin û li ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî nêrînên xwe anîn ziman.