Serok Mesûd Barzanî gihîşt Vatîkanê: Pêkvejiyana olan û rewşa Rojava di rojevê de ne

Dîroka Weşanê :
Serok Mesûd Barzanî gihîşt Vatîkanê: Pêkvejiyana olan û rewşa Rojava di rojevê de ne

PeyamaKurd – Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo parastina bajar û herêmên Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe vekişandin, çekdarên Ehmed Şera îro 21ê Rêbendana 2026an ketin nav Kampa Holê.

Ev kampa ku wekî mezintirîn navenda ragirtina malbatên DAIŞê tê naskirin, nêzîkî 24,000 kesan dihewîne.

Li gorî nûçeya ajansa AFPyê, komên çekdar ên Ehmed Şera serê sibê ketine nav kampê. Di nav niştecihên kampê de 15,000 Sûrî û nêzîkî 6,300 jin û zarokên biyanî ji 42 neteweyên cuda hene.

Fermandariya HSDyê duh ragihandibû ku wan ev biryara vekişînê bi armanca ji nû ve birêxistinkirina xetên parastinê û misogerkirina ewlehiya bajarên Rojavayê Kurdistanê girtiye.