Serok Mesûd Barzanî: Bêgumun aştî her dem ji şer çêtir e

Serok Mesûd Barzanî: Bêgumun aştî her dem ji şer çêtir e

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî hêvî kir ku agirbesta di navbera Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê de bibe destpêka aştiyeke mayînde.

Serok Mesûd Barzanî, îro (Çarşem, 8ê Nîsana 2026an), li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X peyamek parve kir û ev îfade bi kar anîn:

"Em hêvî dikin ku ev agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, ji bo herêma me aştî, ewlehî û bextewariyeke mayînde bîne û bibe destpêka bidofîkirina hemû pirsgirêkên li herêma me. Bêguman aştî her dem ji şer çêtir e."