Serokê AKPya Diyarbekirê: Pêwîste di balafiran de anonsa Kurdî jî hebe

Serokê AKPya Diyarbekirê: Pêwîste di balafiran de anonsa Kurdî jî hebe

PeyamaKurd – Serokê Rêxistina bajarê Diyarbekirê ya AKPê Muhammed Şerîf Aydin di civîna rojnamevanî de got ku pêwîste anonsa bi kurdî di geştên balafiran de cî bigire.

Aydin wiha axivî: “Di balafiran de anonsa kurdî jî hebe wê pir xweş be. Îngilîzî heye, Tirkî heye. Heger di balafirên têne Diyarbekirê de anonsa kurdî jî hebe wê pir baş be.”

Aydin da zanîn ku beriya havînê seferên Hewlêr û Diyarbekirê jî ji nû ve dest pê dikin û diyar kir, ew ligel Wezareta Gihandinê li ser mijarê hevdîtinan dikin.

Herwiha Aydin piştgirî da kampanyaya hilbijartina dersên kurdî yên bijarte li dibistanan û got, ev derfeteke girîng e dikarin wê derfetê bikar bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin