Serokê Herêma Kurdistanê bi Cihnisînê Abu Dabî re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê bi Cihnisînê Abu Dabî re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Londonê bi Cihnişînê Abu Dabî Şêx Mihemed Bin Zayid re civiya û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên bi Îmaratê re gotûbêj kirin.

Cihnişînê Abu Dabî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêza Çekdar a Îmaratê Mihemmed Bin Zayid, di roja dawî ya serdana Serokê Herêma Kurdistanê de, li Londonê pêşwazî lê kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de derbarê “rewşa siyasî, hilbijartin û pêşhatên bo dahatûya Iraqê de” gotûbêj hatin kirin.

Herwiha li gor daxuyaniyê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên li gel Îmaratê, rewşa siyasî, hilbijartin û pêşhatên ji bo dahatûya Iraqê, serdana her du aliyan ji bo Londonê, civîn û giftûgoyên li gel Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, dawîn pêşhat û geşedanên li navçeyê bi giştî û çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş bi taybet, hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan dike; di civînê de her du aliyan, tekezî li ser qayîmkirina dostanî û pêwendiya di hemû waran de kir û li ser girîngiya pêşxistina hewl, alîkarî û karê hevbeş ji bo parastina seqamgirî û çareserkirina pirsgirêkan û aloziyên li navçeyê, hevnêrîn bûn û li ser vê mijarê danûstandina bîr û ra kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin