PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêya telefonê de bi serokwezîrê nû yê Iraqê Muhammed Şiya Sudani re axifî. Barzanî, Sûdanî di karê wî yê nûh de pîroz kir û got ku Herêma Kurdistanê Sûdanî û kabîna wî destek dikin.
Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; Nêçîrvan Barzanî ji Sûdanî re gotiye ku Herêma Kurdistanê amade ye ku bi hukumeta nûh re hevkariyê bike. Her dû lîder di mijara girîngiya çareseriya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hemfikrin û çareseriya pirsgirêkan wê bibe sedema aramî, îstîqrar û rihetiya Iraqê û Kurdistanê.
Her dû lîder her weha ji bo xebata bi hevre amade ne û dê têkiliyên navbera her dû terefan berdewam bin.
Di kabîna nû ya Sûdanî de dê 4 wezîrên Kurd hebin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin