Serokê Hevpeymaniya Teqedûm bi sanda PDKê re civiya

Serokê Hevpeymaniya Teqedûm bi sanda PDKê re civiya

PeyamaKurd – Serokê Hevpeymaniya Teqedûm Mihemed Helbûsî, bi şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re, ku bi mebesta encamdana çend hevdîtin û civînan ligel hêz û aliyên siyasî ji bo têgihiştina helwest û nêrînên hev, serdana Bexdayê kiriye civiya.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Helbûsî, di hevdîtinê de li ser geşedanên herî dawî yên Iraqê û navçeyê gotûbêj hatiye kirin û li ser encamên hilbijartinên Parlamentoyê, raman û nêrînên xwe bi hev re parve kirine.

Herwiha Ofîsê destnîşan kir, gotûbêjkirina hevtêgihştin û gotûbêja siyasî ya navbera aliyan, di qonaxa dahatû de beşeke din a hevdîtinê bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin