PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzani cejna Qewiltas (Sê Şevên Yars) li Kurdên Kakeyî pîroz kir û tekez kir ku Kakeyî beşek girîng a gelê Kurd in.
Roja Şemiyê, 3ê Çileya 2026an, Serokwezîr Barzanî bi boneya cejna Sê Şevên Yars a Kurdên Kakeyî peyamek weşand.
Di peyama xwe de, Mesrûr Barzanî cejna Qewiltas li gelê Kakeyî li Kurdistan û li çaraliyê cîhanê pîroz kir û got, "Ez cejna wan a xweş û aram dixwazim."
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku Kakeyî beşek girîng a gelê Kurd in û wiha got:
"Kakeyî di tevgera azadiya gelê Kurd de xwedî dîrokeke dirêj a têkoşînê ne. Ez hêvî dikim ku ew bi hemû civakên din ên li Kurdistanê re di yekîtî û aştiyê de bijîn. Cejna Qewiltasê pîroz be, ez cejna we ya xweş dixwazim."