PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryar da ku lijneyek ji bo çareserkirina kêşeya genimê cotkaran were pêkanîn.
Hate ragihandin ku îro di çarçoveya lidûvçûna çareserkirina kêşeya wergirtina genimê cotkaran de, bi biryara Serokwezîr Barzanî lijneyek hatiye pêkanîn.
Cotkarên parêzgeha Hewlêrê behsa wê yekê dikin ku ew barhilgirên ku genimê wan tê de ne, çend roj in li ber sayloyan rawestiyane û nahêlin genimê xwe radest bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser vê pirsgirêka cotkaran, lijneyek ji bo çareserkirina kêşeya genimê cotkaran pêk anî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin