Îran daxwaza normalkirina peywendiyên aborî li Ewropayê dike

Îran daxwaza normalkirina peywendiyên aborî li Ewropayê dike

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf bang li serkirdeyên Ewropayê kir ku peyendiyên xwe yên aborî li gel Îranê normal bikin, an jî ew ê rastî encaman bibin.

Li gorî zanyariyên medya Îranê  Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro yekşemê (09.10. 2019) ragihand ku Ewropî ne di wê rewşê de ne Îranê rexne bikin li dor pirsgirêkên derveyî rêkeftina navokî.

Zerîf: “Eger welatên ku rêkeftin îmze kirin pêwendiyên xwe yên aborî bi Îranê re normal nekin wê demê em ê pêgiriyên xwe rawestînin yan jî em ê hin kiryaran li gor pîvanên wan bikin.”

Meha borî Îranê hin pêgiriyên xwe rawestandin û hişyarî dabû ku di nava 2 mehan de wê hin pêgiriyên din ên rêkeftinê rawestîne, eger Ewropî Îranê ji cezayên Amerîkî neparêzin.

Herwiha Wezîrê Derve yê Almanyayê vê heftê serdana Îranê dike ji bo gotûbêjkirina vê mijarê.

Serokê Parlemantoya Îranê Elî Larîcanî îro yekşemê Serokê Fransayê Emmauel Macron rexne kir li dor axaftina wî ya hefteya borî li gel Donald Trump ku wan li gel Amerîka heman xem hene li dor Îranê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin