PeyamaKurd- Cîgirê wezîrê dadê yê Çînê Liu Cınyu got: “Welatê Çînê bi serdestiya hûqûqê tê îdarekirin. Di dema pêvajoya destgirtina mijarê de, wê mafên van kesan bên parastin.”
Kesên ku hatine binçavkirin kîne û kengê hatine binçavkirin nayê zanîn. Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê ragihand ku wê nikaribe ti agahî bide çapemeniyê.
Kanada ragihand ku ji 1 ê mehê heya niha 13 hemwelatiyên wan hatine binçavkirin û tenê ji wan 8 kes serbest hatine berdan. Di nava kesên ku hatine binçavkirin de Michael Spavor û Michael Kovrig jî hene.
Çîn sedema binçavkirina wan weha nîşan da:
“Kovrig û Spavor tehdîda ewlekariya Çînê dikin lewra hatine binçavkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin