PDK: Li dijî YNK tu nakokîyên me tunin

PDK: Li dijî YNK tu nakokîyên  me tunin

PeyamaKurd - Berpirsekî payebilind yê PDKê dibêje, ti nakokî di navbera wan û YNKê de nîne û ewê bi hev re hikûmeta nû ava  bikin.

Endamê polîtburoya PDKê Roj Nûrî Şawês, doh di merasima çilemîn roja wefata endamê berê yê polîtburoya PDKê Mihemedê Mela Qadir de behsa pêwendiyên YNK û PDKê kir.

Roj Nûrî Şawês ragihand, tu nakokî di navbera wan û YNKê de nîne û got, em dixwazin bi hev re hikûmeta nû ava bikin.

Berpirsê PDKê da zanîn, polîtburoyên PDK û YNK dê li ser şîreta Barzanî li hev rûnên û pirsgirekan çareser bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin