PeyamaKurd- Çapemeniya Tirkiyê ragihandine ku çend roj berê di navbera PKKê û rejîma Sûriyê de li Qamişlo civînek çêbûye û di civînê de PKK ji rejîma Esed alîkarî xwestiye. Ev daxwaz piştî ku Amerîka biryara vekişîna ji Sûriyê daye û Tirkiye jî gef û gura li PKK ê dixwe, PKK soz daye ku wê Munbicê teslîmê hêzên rejîmê bike.
Niha konvoya leşkerî ya rejîmê bo hinek gundên Munbicê, alavên leşkerî û cepxane sewq dike. Li gor peymana navbera her dû aliyan wê PKK Munbicê bide rejîmê û rejîm jî wê piştgiriya PKK ê bike. Piştî hevdîtinê şeva borî hêzên rejîmê bo hêzên xwe yên li Humusê, Şam û der û dora Idlibê re got ku bo destekê amadebin da herin Munbicê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin