2 roj li ber çêleka xwe di ritamê de raketibû

2 roj li ber çêleka xwe di ritamê de raketibû

PeyamaKurd- Li bajarê Colemêrgê li navçeya Geverê li gundê Zîzanê çend roj berê zilamekî bi navê Mehmet Emin Atasoy, çêlaka wî ketibû ritama deve çem û nikaribû ji nav ritamê derbiketa. Ew jî bi çêleka xwe ve 2 roj û 2 şev li çolê ma. Lê debara mala xwe hew bi wê çêlekê dikir. Di malbata wî de 12 nûfûs hebûn. Bi çêleka xwe ve bêçarebû. Nûçe ket ser çapemeniyê û xelk pê hesiya.

Xêrxwazên ku halê Atsoy bihîstin bo wî seferber bûn. Şîrketeka sîgortayê 2 çêlekan û du xêrxwazên din yên Entabî û Ankarayî jî her yek ji wan yek çêlek dan Mehmet Emin Atasoy. Atasoy her çar çêlekên xwe bir axura xwe û alif da wan bi wan eleqedar bû lê halê axura wî baş nebû.

Parêzgerê Hekkariya û qeymeqamê Geverê pêre bûn alîkar. Wê qeymeqan axura wî tamîr bike.

Li ser van alîkariyan Mehmet Emin Atasoy malavahiya xêrxwazan û ya qeymeqam û parêzger kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin