PeyamaKurd- Serokê CHPê fermanda da 15 parlementerên wî îstîfa bikin û herin bibin endamên iyi partiyê. 5 parlementerên İyi Partiyê hene û tev dike 20 parlementer. Niha İyi Partî dikare di parlementoya Ankara de grûba xwe deye.
Dema partiyekî 20 parlemeneterên we hebe û di meclisa Ankara de grûba xwe deynin, rast e rast mafê partiyê çêdibe ku tevli hilbijartinan bibe. Mafê İyi Partiyê heya niha tinebû ku bikevin hilbijartinan. CHPê navê vê hevkariyê danî “Formula Îrade ya Netewî”.
Piştî ku parlementerên İyi partiyê gihan 20 kesî, serokê İyi partiyê Meral Akşener wê karibe bi îmza grûba xwe bibe namzet bo serokkomariya Tirkiyê. Eger grûba wê di meclisê de tinebe, divê 100 hezar îmze bide hev da karibe bibe namzet bo serokkomriya Tirkiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin