Îran: "Kes sîlihan nefirot me, me jî sîlihên xwe çêkir”

Îran: "Kes sîlihan nefirot me, me jî sîlihên xwe çêkir”

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf ragihand ku dewleta Îranê mecbûr maye sîlihên xwe çêbike û divê Amerîka dev ji firotina sîlihan ya dewletên Rojhilata Navîn berde. Zarîf di ser hesabê xwe yê twitterê de rexne li Amerîkayê di derbarê firotina sîlihan bo Rojhilata Navîn kir û gotinên Pompeo yên ku gotibû “Îran amade ye bo bernameya fuzeyan muzakereyan bike” rast nînin. Zarîf weha got:

“ Saddam 8 sal fuze û bombeyên ku ji Rojhilat û Rojava sitend bi ser me de barand. Di wan şertan de ti kes bo em xwe biparêzin sîlihan nefirot me. Ji bilî çêkirina sîlihan ti çara me nebû. Niha jî gilî û gazinan dikin. Amerîka heya mijarê şaş datîne holê, bila dev ji firotina sîlihan bo Saddamên nû berde.”

Berdevkê wezareta derve ya Îranê Abbas Mûsewî di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihand ku gotinên Zarîf yên di derbarê bernameya fuzeyan de, nayê vateya amadekariyên bo muzakereyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin