HSD: “Operasyon wê ji nû ve dest pê bikin!

HSD: “Operasyon wê ji nû ve dest pê bikin!

PeyamaKurd- Fermandarê HSDê Polat Can daxuyaniyek da û got ku IŞÎD careke dî ji xew şiyar dibe û dest bi tevgerên terorî dike. Ji ber vê yekê jî em ê ji nû ve Operasyonên Bagera Firatê bidine destpêkirin.

Polat Can wiha berdewam kir: “IŞÎD li Rojhilatê Dêra Zorê hebûna xwe didomîne. Di van demên dawî de birên di xew de şiyar kirine û li herêma Dera Zorê, Reqqa û Minbicê, ji bo êrîş û tevgerên terorî amadekariyan dike.

Polat Can got ku operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê, rê da hêzên IŞÎDê ku careke dî li xwe vegerin. Em bi rayedarên koalîsyonê re axivîn ku careke dî li dijî IŞÎDê Operasyonên Bagera Firatê bidine destpêkirin. Ji bo vê yekê em amadekariyên xwe didomînin. Em ê hemî Sûriyê ji IŞÎD û hevalbendên wê xilas bikin. Heta ku em gelê xwe ji terorîstan xilas nekin, em têkoşîna xwe nasekinînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin