PeyamaKurd – Îtalya bi sedema sîlihên difroşe Erebistana Si’ûdiyê û dewleta Îmaratan, ew sîlih di şerên Yemenê yê navxweyî de bikatînin, biryarê da ku nema sîlihan difroşe her dû welatan. Wezîrê karên derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio ragihand ku peymanên bi her dû dewletan re bo îxrackirina sîlihan çêkirine, betal kiriye. Di Maio weha got:
“Ji îro û pê de firotina sîlihên fuze û yên bombeyên ji balafiran tên avêtin, firotina wan bo Erebistanê û Îmaratan hatiye qedexekirin û lîsansên wan hatine betalkirin. Biryara me daye bo mafên mirovan pêdiviye û ji Îtalyayê peyama aştiyê ye.”
Tora Aştî û Bêçekkirinê ya Îtalyayê (Rete italiana pace e disarmo), ragihand ku firotina 12 hezar û 700 bombeyan bo Erebistanê dê nêkirin.
6 peymanên di navbera Îtalya û Erebistana Si’ûdiyê, Îmaratan de hatibûn îmzekirin hatin betalkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin