Endamê PYNK: “Em bo pêsmergeyên Roj rêz digrin”

Endamê PYNK: “Em bo pêsmergeyên Roj rêz digrin”

PeyamaKurd – Endamê PYNK ê Salih Gedo ragihand ku ew bo Pêşmergeyên Roj rêz digrin û divê herkes ji beyanên sûcdar xwe dûr bigre. Gedo beyana xwe di rêya televizyona K24 ê de ragihand û li ser têkiliyên navbera ENKS û PYNK ê rawestiya. Salih Gedo weha got:

“Di diyaloga navbera Kurdan re pêngavên baş hatin avêtin. Di diyalogê de biryara siyasî ya bo avakirina Konseya Bilind ya Kurd hat dayîn. Li Rojava Kurd, di dewrekî xesas de derbas dibin. Tişta berjewendiya Kurdan diparêze yekîtiya Kurd e.

Em bêsebir bende ne da asta sêyem ya muzakereyan bi serkeftî temam bikin. Divê her dû teref bo hev nebin asteng. Li ser milên ENKS ê PYNK ê berpirsiyariyên mezin hene.”

Salih Gedo got ku divê her dû alî xwe ji sûcdariya hev dûr bixin û weha dewam kir:

“Bi pêvajoya piştî niha de, di medyayê de divê kes kesî sûcdar neke û sûcdariyan bidin rawestandin. Em bo Pêşmergeyên Roj rêz digrin. Ew zarokên Rojavane. Em vê pirsgirêkê dikarin bi berpirsiyariya netewî çareser bikin.

Bo muzakereyên piştî niha em amade ne ku bi ENKS ê re werin cem hev û divê ENKS jî amade be.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin