PeyamaKurd - Siyasetmdar û nivîskarê li Bakurê Kurdistanê Fuad Onen ku beriya niha doz lê hatibûn vekirin, îro 5ê Sibatê êvarê li bajarê Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Rojnamevan Mihemed Sanri li ser hesabê xwe yê twitterê agahiya binçavkirina Fuad Onen parve kir û got ku ew bi hinceta propagandaya terorê ango parvekirinên xwe yên li ser medya civakê yên derbarê operasyona Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê û axaftinên xwe yên li ser komkujiya Roboskê hatiye binçavkirin.
Sanri daye xuyakirin ku dê Fuad Onen îro li navenda polîsan binçavkirî be û sibe wî derxin pêşberî dadgehê.
Kürt aydını Fuat Önen, Robozik katliami ve "Barış pınarı hareketi"yle ilgili sosyal medyada yaptığı değerlendirme ve paylaşımlar nedeniyle Istanbul polisi tarafından gözaltına alındı.
— Mehmet Sanri (@Mihemed) February 5, 2020
Gerekçe terör propagandası! pic.twitter.com/kfqXM6BwSy
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin