PeyamaKurd – Partiya Netewperest a Tirkiyê (MHP) çima ku di pirtûkeke dîrokê ya dibistana navîn de, tê gotin, ‘Kurd piştî ereban yekem civaka bûne misilman in’ bertekeke tund nîşan da û nameyek ji Wezîr Perwerdê yê Tirkiyê Ziya Selçuk re şand.
Sekreterê Giştî yê MHPê İsmet Buyukataman, di nameya ku ji Ziya Selçuk re şandiye de, dibêje; gotinên ku Kurd beriya Tirkan bûne misilman ji bo netewîbûna perwerdeya Tirkiyê re xeter e û daxwaz kir ew gotin ji pirtûkê werin derxistin.
Di pirtûka dansala 2019-2020an a dibistanên navîn ên Tirkiyê de hatiye gotin, “Kurd piştî ereban yekem civaka ku misilmantî qebûl kirine ne”.
MHP van gotinan wekî dijatiya tirkan şîrove dike û di nameya xwe de dibêje, “Bi hesabê ku Kurd beriya Tirkan li vê derê ne, tê xwestin feraseteke ku Kurd xwediyên esil ên vê erdnîgariyê ne were çêkirin.”
Buyukataman bi tundî dijî wan gotinên nav pirtûkê derdikeve û îdia dike ku bi wî awayî pêşbirka dîroka Kurdan û Tirkan tê kirin û ew jî bi niyeteke xirab e û cihê metirsiyê ye.
Herwiha di nameyê de tê gotin ku gotinên nav pirtûka dibistanê yên ku behsa Kurdan dikin li dijî rastiya dîrokê ne û xwe dispêrin nivîsarên propagandayên dilxwazên ‘qaşo’ Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin