SOHR: HSD ji hemû qadên petrolê yên Dêrazorê vekişiya

Dîroka Weşanê :
SOHR: HSD ji hemû qadên petrolê yên Dêrazorê vekişiya

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji qadên petrolê yên derdora Dêrazorê vekişiyaye.

Birêvebirê SOHRê Ramî Ebdulrehman ji AFPyê re ragihand ku HSD ji hemû herêmên di bin kontrola xwe yên li çoltera rojhilatê Dêrezorê vekişiyaye ku di nav de qadên petrolê yên Omer û Tenekê jî hene.

Li gorî rayedarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê jî herêma stratejîk a Sewreyê ji şeva borî ve bi temamî ketiye bin kontrola wan û amadekariya hilberîna li wan qadên petrolê dikin.

HSDê heta niha li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.