SOHR: HSDyê 2 balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê xistin

SOHR: HSDyê 2 balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê xistin

PeyamaKurd – Saziya ji bo Mafê Mirov a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 2 balafirên bêmirov ên Tirkiyê xistin xwarê.

Hate ragihandin ku dema ku wan her du balafirên bêmirov di ser devereke nêzîkî bendava Teşrîn ya li Minbicê re difiriyan hatin xistin, lê piştî xistinê mayîn û parçeyên wan tu ziyanên canî negihandine kesî.

SOHRê ku xwe spart jêderine nêzî HSDyê, her weha di heman raporê de diyar kir ju di 22yê Adarê de jî endamên HSDyê li bejahiya Til Temirê ya li bakurê Hesekê jî, droneke artêşa Tirk xistine xwarê, berî ku êrîşeke hewayî bi ser çeperên leşkerî yên HSDyê.

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.